DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê şaxên Weqfa Alîkariya Mirovahî (ÎHH) Memûr-Sen û Komeleya Astengdaran a Navneteweyî û nûnerên gelek Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) ên din jî di nav de li ber avahiya AK Partiyê ya bajêr hatin bal hev. Serokê şaxa Tevgera Demokrasiyê ya Dinyayê ya Diyarbekirê Ahmet Mîktad Guneş li ser navê SCSyan daxuyanî da û destnîşan kir ku di rojên dawîn de hin kes ji bo ku desthilatiyê ji destê AK Partiyê daxin wek endezyarên civakê dixebitin û wiha pê de çû: "Em bi qisawet li van kirinên ku tên kirin temaşe dikin. Ev tevgera ku ji ser cimaetê dan destpêkirin û niha ne di kontrola wan deye jî lîstikeke kurewî ye û em hemû jî pê zanin. Operasyonên ku di 17yê çileya pêşîn de hatin kirin wek derbeyekê bû. Lê êdî em tu car nahêlin ku derbe bên kirin. Li welatê me pirsgirêk bi saya demokrasiyê ve tên çareserkirin. Navnîşana demokrasiyê jî sindoq e û welatiyên ku çawa zanin rayên xwe bidin kê wisa jî dikarine wan kesên ku naxwazin jî bişînin. Ji bilî gelê me tu kes nikare bi tu awayekî din desthilatiyê biguherîne. Em li Diyarbekirê bangî hemû Tirkiyeyê dikin ku ji 'îradeya xwe re xwedî derkevin.' Birêz Serokwezîr em ji te razî ne, Xwedê jî ji te razî be."
Piştî daxuyaniyê nûnerên şaxan Serokatiya AK Partiyê ya bajar ziyaret kirin û bi Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronat re jî hevdîtin kirin.