DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Sempozyûma Avahîsazî û Venêrînê ya 3yemîn dest pê kir. Sempozyûm ji aliyê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ve tê lidarxistin û dê 2 rojan bidome.
Di roje ewil ya sempozyûmê de li ser avahîsazî û venêrîna avahiyan hat axaftin.
Midûrê Giştî yê Karên Avahîsaziyê ya Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê Kasim Kayihan di sempozyûmê de axaftinek kir û got: "Armanca me ya sereke ew e ku em Tirkiyeke ji hemî afatan re amade, ava bikin."
Şaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemir jî diyar kir ku li herêmê ev 30 sal in şer hebû û ji ber vê jî gelek pirsgirêkên Diyarbekirê yên bajarvaniyê hene.
Baydemir wiha dewam kir: "Di 10 salên dawî de bi perspektîfeke zanîstî planek hat amadekirin û bi vê planê hewl tê dayîn ku birînên bajêr yên 30 salan bên dermankirin. Niha li Diyarbekirê herî kêm 14 tax hene ku divê li wan deran avahîsazî ji nû ve bên qahîmkirin. Xebatên me dewam dikin. Em planên 30 salan amade dikin û li gor van planan îşalah di 2030an de hemî pirsgirêkên Diyarbekirê yên bajarvaniyê dê bi dawî bibin."