Serokatiya Sererkaniyê di malpera xwe ya înternetê de daxuyanî da û diyar kir ku di rojnameyekê de tê îdiakirin ku 'têlefonên bi krîpto yên ku erkdarên dewletê bi kar tînin, li Navenda Hilberîn Mifteyên Elektronîk ya MUBÎLDESKOMê ya ku girêdayî Serokatiya Sererkaniyê ye tê çêkirin'.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Tu têkiliya Hêzên Çekdar yên Tirk (HÇT) bi 'Têlefonên destan yên bikrîpto' yên ku erkdarên dewletê bi kar tînin re tuneye. Krîptoya têlefonê, mifteyên krîptoyê, her tiştê vê têlefonê bi destê TUBÎTAKê tên çêkirin."