25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
Ji aliyê Serokatiya Sererkaniyê ve, qeydên dengê yên hişyariyê yên têlsizê yên ku dabûn firokeya cengê ya Rûs hatin belavkirin. Ji qeydên dengê tê femkirin ku dema daxistina firokeyê çend nêzîk dibe hişyarîdayin jî gur û pirtir dibin.
Di nav qeydên dengê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Ragihandin û Têkiliya Gel ya Sererkaniyê ve hatin belavkirin da, hişyardayînên ji bo Firokeya Rûs ya ku sînor binpê kiribû, ku ji aliyê Navenda Îxbar û Fermandariya Yekbûyî (BIKIM) ya li Diyarbekirê hatine dayîn jî hene.
Di hişyardayîna ku ji aliyê karmendê BIKIMê ve hatiye kirin bi zimanê Ingilîzî wisa tê gotin: "The unknown air traffic position to humaynim 020 radial 26 miles... This is Turkish Air Force speaking on guard. You are aproaching Turkish air space change your heading south immediately"
Di hişyardayînan da pozisyona firokeya ku nêzîkî Sînorê Esmanî yê Tirkiyê dibe tê destnîşankirin û jê tê xwestin ku bi şiklekî lezgîn berê xwe ber bi başûr ve biguhere. Ew hişyardayîn 10 caran tên dûbarekirin û poziyona firokeyê bi hûrgilî tê şopandin.
Ji tomaredengê tê famkirin ku dema daxistina firokeyê çend nêzîk dibe hişyarîdayin jî gur û pirtir dibin.