25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî ku qedexeya derketina derva rabû zirara ku endamên PKKya rêxistina terorê da navçeyê derket holê.
Li navçeyê piştî ku do personelekî ewlehiyê yê sivîl hat cangorîkirin li taxên Yafes û Sûrê di saet 16.00an qedexeya derketina derva hat îlankirin û operasyonê dest pê kir.
Piştî ku îro qedexe rabû welatî derketin derva û zirara ku endamên PKKya rêxistina terorê da navçeyê derket holê.
Li navçeyê endamên rêxistinê dest danîn ser wesaîtan û kolana Yafesê girtin û wesaîtên ku zirar dîtine êdî nayên emilandin.
Di êrîşên endamên rêxistinê da 7 wesaît zirareke mezin dîtin.
Di êrîşan da wesaîta agirkujiyê ya şaredariyê û gelek wesaîtên din jî zirar dîtin.
Di êrîşên ku bi çekên lûledirêj û rokêtavêjan hatin kirin da jî gelek avahî û dikan xira bûn.