06 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
ANKARA
Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford, ji bo ziyareteke fermî hat Enqerê. Dunford û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Baregeha Sererkaniyê hevdîtinê dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, li ser daxwaza Amerîkayê Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Dunford li Tirkiyê ziyareta fermî bi cî tîne.
Di çarçoveya ziyaretê da Dunford û Orgeneral Akar hatin bal hev. Hevdîtin dewam dike.