Ji ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê der barê feeliyetên rojane de agahî hat dayîn.
Li gor vê yekîneyên sînor ên Fermandariya Hêzên Bejayiyê di nav rojê de 344 kesên ku ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn hatin qefaltin.
Li ser sînorê Sûriyeyê 70 qarton cixare, 89 kîlo û 10 qram hişbir û 100 dewar û pez hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin kesekî ku ji Îranê derbasî Tirkiyeyê dibû, 2 kesên ku ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê dibûn û 87 kesên ku derbasî Bulgaristanê dibûn li ser sînor hatin qefaltin.
Wek mayîn Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 106 kes, Fermandariya Hêzên Peravê 303 kesên qaçax qefaltin.