Nihat Kavşut
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreya Gel a Beştepeyê di Bernameya Stratejiya Reforma Darazê da diaxive.
Serokomar Erdogan da zanîn ku dê maweya perwerdeya fakulteyên hiqûqê derxînin 5 salan û kontenjanên wan jî kêm bikin.
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Di Stratejiya Reforma Darazê da 2 perspektîfên sereke, 9 armanc, 63 hedef û 256 fealiyet hene.
Em wisa bawer dikin pêvajoya mizakereyên Yekîtiya Ewropayê yên digel her tiştî ji sala 2005an vir va dewam dikin him ji bona me û him jî ji bona Ewropayê gelek girîng e ku demildest temam bibe.
Her çiqas sozên tên dayîn bi cî neyên jî bi vê belgeya reformê em girîngiya ku didin pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîşan didin.
Bi saya belgeya reformê ya darazê him wê baweriya welatiyên me bi darazê zêde bibe û him jî wê feydeyê bide derfetên veberhênanê.
Di heyama pêş me da armanca me ew e ku mafê darizandina adil bi awayekî xurt were parastin.
Ji bona li edliyeyan karên welatiyan Hêsan bibe me hin hedef û xebat eşkere kirine.
Em ji bo ku tevdîra girtinê hesabkirî bê bikaranîn pêngavên nû diavêjin.
Verastkirineke wisa wê were kirin ku malpereke înternetê ne bi temamî, tenê ew qismê ku biryara astengkirina wê hatiye dayîn wê were qedexekirin.
Em ê ji bona hêsankirin mewzûatê, pergala alîkariya edlî û zêdekirina mafê parastinê jî hin gav biavêjin.
Em ê pêk bînin ku piştî merheleya îstinafê Daraza Bilind jî carekê li ser biryarên ji bo azadiya gotinê bisekine.
Di mewzûatê da dema herî dirên ya girtîbûnê şekere ye, lê ev hemû pêvajoyê dihewîne. Loma jî em ê ji bona dema lêpirsîn û jêpirsînê veguherîneke cuda cuda bikin.
Em ê prosedurên disiplînê yên ji bona dozger û dadgeran nû bikin û dijî biryarên lijneya disiplînê jî derfetên darazê berfireh dikin.
Di bin banê Lijneya Dozger û Dadgeran da em navenda şopandin, performans û nirxandinê ava dikin. Lêpirsîn û dozên zehf dewam dikin bi wesîleya pergala ku li vê navendê tê avakirin wê bên şopandin.
Em rayeya qanûnî ya parêzeran ya ji bo peydakirina agahî û belgeyan berfireh dikin.
Di bin banê Lijneya Dozger û Dadgeran da em navenda şopandin, performans û nirxandinê ava dikin. Lêpirsîn û dozên zehf dewam dikin bi wesîleya pergala ku li vê navendê tê avakirin wê bên şopandin."
Em rayeya qanûnî ya parêzeran ya ji bo peydakirina agahî û belgeyan berfireh dikin.
Em ji bo ku di mijarên wekî hawirdor, îmar û vejenê da doz bileztir û çalaktir bên birêvebirin mehkemeyên taybet ava dikin.
Em dixwazin gorî hin krîteran mafê pasaporta kesk bidin parêzeran û kar û barên wan yên navneteweyî hêsan bikin."
Em ê bi verastkirina reformê serê pîşeyê da dadgeran wekî dadgerên cezayê û yên hiqûqê veqetînin û pêk bînin ku di warê xwe da bibin pispor.
Wê îmkan bê dayîn ku zarok, kal û pîr û kesên ducanî yên ji ber sûcên tundiyê girtî nînin bikaribin bi saya navenda şopandina elektronîk cezayê xwe derbas bikin.
Li her dadgehên hiqûqa esliyeyê gorî darazê wê notêrî bên avakirin û wê ev mecbûrî be."