Önder Beyter
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Li navçeyên Hekariyê Çukurca û Derecikê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da çek û muhîmat hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku xebatên Fermandariya Tûxaya Hidûd a 2yemîn a Çukurcayê yên deşîfrekirin û astegkirina fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê berdewam in.
Herwiha hat diyarkirin ku li kirê gundê Dedeyê yê navçeyê xebatên lêgerîn û kontrolê berdewam in û wiha hat gotin:
"Di lêgerîn û kontrolan da 2 muhîmatên hawinê yên 81 mm. û muhîmateke hawinê ya 60 mm. û herwiha RPG-7 muhîmata roketa antî tang, 6 mayinên antî personel, mekanîzmaya kabloyê ku bi funyeya ceyranê hatiye çalkirin, hatine bidestxistin. Tehqîqata edlî ya der heqê mijarê da berdewam e."