Ahmet Aydın
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganpeywendiyeke telefonê digel Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn encam da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomar Erdogan di peywendiya telefonê de ji ber mirinên di teqîna li Beyrûta paytexta Libnanê de sersaxî li Mîşel Ewn kir û hêviya şîfayê ji bo birîndaran xwest.
Erdogan di telefonê de di serî de di warê tendirustiyê de û hemî mijarên pêwîst, amadebûna xwe ji bo piştevaniya gelê Libnanê ji Mîşel Ewn re ragihand.
- Serokomar Erdogan sersaxî li Libnanê kir
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber mirinên di teqîna li Beyrûtê de peyameke sersaxiyê weşand.
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya bi zimanê Erebî ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, "Ez sersaxiyê li xizm û kesûkarên qurbaniyên teqîna Beyrûtê dikim. Xwedê sebr û metanet bide wan. Xwedê şîfaya lezgîn ji birîndaran re bişîne. Em li Tirkiyeyê hertim û daîm dê li tenişta Libnanê û xwîşk û birayên xwe yên Libnanî bin."