Kaan Bozdoğan
20 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo 50emîn salvegera Herekata Aştiyê ya Qibrîsê çû Komara Tirk ya Bakurê Qibrîsê (KKTC).
Serokomar Erdogan li Balafirgeha Ataturk tîma merasima eskerî silav kir. Erdogan pişt ra destê yên derdora xwe guvaşt û xatir ji wan xwest û siwarî balafirê bû.
Serokomar Erdoganê ku bi balafira "TC-CAN"ê çû KKTCê ji aliyê Waliyê Stenbolê Davut Gul, Serokê Parêzgeha Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe û rayedarên din va hat birêkirin.