Elif Orhan
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê ya ku dê li New Yorkê bê lidarxistin bibe dê sibê biçe Amerîkayê.
Der barê ziyareta Serokomar Erdogan a Amerîkayê ya ku dê ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê bibe bike daxuyanî hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê ya ku dê li New Yorkê bê lidarxistin bibe dê di 21-25ê îlonê da Amerîkayê ziyaret bike.
Serokomar Erdogan beriya hevdîtinên payebilind ên Lijneya Giştî dê di 23yê îlonê da beşdarî Lûtkeya Çalakiya Av û Hewayê ya ku dê bi mazûvantiya Sekreterê Giştî yê NYyê bê lidarxistin bibe.
Erdogan dê di 24ê îlonê da ku roja ewil a Lijneya Giştî ya 74emîn a NYyê ya bi mijara "Tunekirina Feqîriyê, Vejandina Xîretên Pîralî yên Ji bo Çalakiya Av û Hewayê" bê lidarxistin da xitabî Lijneya Giştî ya NYyê bike, herwiha bi Sekreterê Giştî Antonîo Guterres ra hevdîtin bike.
Erdogan di çarçoveya ziyaretê da dê beşdarî civîna Diyaloga Serokan a bi navê "Meylên Mega yên Tesîr li Ser Dike ku Hedefên Pêşketina Domdar bên Tetbîqkirin" a ku dê di marja Lûtkeya Armancên Pêşketina Domdar da bê lidarxistin bibe û wir biaxive.
Herwiha tê payîn ku Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ra mazûvantiya çalakiyeke payebilind a bi mijara "Têkoşîna Dijî Gotina Nefretê" bibe.
Di çarçoveya hevdîtinên Lijneya Giştî da dê Civîna Sêalî ya Tirkiye-Malezya û Pakistanê bê lidarxistin.
Herwiha tê patîn ku Erdogan di maweya ku dê li New Yorkê be bi serokên dewlet û hikûmetê yên cuda ra hevdîtinên dualî bike.