Ali Kemal Akan,Mümin Altaş
28 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê sererastkirina ku derheqê yên di malnişîniyê de ji ber temen disekinin (EYT) de got, "Bi sererastkirinê êdî nêzîka 2 milyon û 250 hezar welatiyên me bigihe mafê malnişîniyê."
Erdogan di civîna çapemeniyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê li dar xist de derbarê sererastkirina EYTê de daxuyanî da.
Serokomar Erdogan ji bo sererastkirina EYTê got, "Bi vê sererastkirina ku ji bo dewletê fîdakariyeke mezin e, êdî emê pergalê ji hemî cure nîqaşê dûr bikin û bigihînin armancê. Di warê bikaranîna mafê malnişîniyê de dê sînordariyeke temen nemîne Bi sererastkirinê êdî nêzîka 2 milyon û 250 hezar welatiyên me bigihe mafê malnişîniyê."
Erdogan anî ziman ku sererastkirina ku bê merca temen îmkana malnişîniyê dide, bêyî cudakirina SSK, Bag-Kur, Sindoka Malnişîniyê ya di pergala berê de, ji bo hemî kesan êdî derbasdar e û got, "Ji bo yên ku ji taşeronê derbasî kadroyê bûne dema nexwazin di cih de bibin malnişîn, em sererastkirineke din amade dikin."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Ji bo welatiyên ku piştî malnişîniyê bi dana prîma piştekê ya ewlekariya civakî xebata xwe bidomînin, em teşwîqa prîma ewlekariya civakî tînin. Sererastkirina EYTê piştî xebateke dirêj û giştgir gihişt rewşa nîhaî."