Serokomar Erdogan: "Divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe"
Ekip
29 Mijdar 2024•Rojanekirin: 30 Mijdar 2024
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Beriya ku mirovayetî zêdetir îrtifayê ji dest bide, divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe. Tirkiye ji roja pêşî va vê dibêje."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê beşdarî Foruma TRT Worldê bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan got, "Mirovayetî di xaleke giring da ye. Bûyerên wisa çêdibin ku ne tenê 5-10 salên pêşiya me, wê bandorê li siberoja neviyên me jî bike. Ji bo yên ku bi awayekî lêhatî dikarin binirxînin, her qeyranek mizgînîdêra serdemeke nû ye, pêşenga destpêkeke nû ye."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Neteweyên Yekbûyî û got, "Bi lezgînî guherîn lazim e. 5 endamên daimî, 15 endamên berwext. Wiha nabe. Bi vî awayî cîhan nayê birêvabirin. Halê hazir em dikarin bi Neteweyên Yekbûyî ra berdewam bin? Nexêr. Divê bi temamî çaksazî di Neteweyên Yekbûyî da çêbibe."
Erdogan li ser Siyonîstan wiha got, "Bi awayekî ku hûn bibin çav, dev û zimanê Siyonîstan, hûn çiqasî hewla provokeya vê derê bidin jî, hûnê negihêjin encamê. Siyonîstên li cîhanê baş dizanin ku Tayyîp Erdogan li kîjan terefî ye lêbelê hê we fêm nekiriye. Ev facieya mirovayetiyê ku ji ber şermezariya Holokostê rê jê ra tê dayin, dawiya wê kolaneke girtî ye, bobelet e."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Em hêvî dikin ku ew agirbesta ku pêr di navbera Îsraîl û Libnanê da çêbû, mayinde be. Di rêya ragirtina qirkirinê û vekirina rêya aştiya mayinde da, ne tenê destê xwe, em amade ne hemî laşê xwe têxin binê kevir. Beriya ku mirovayetî zêdetir îrtifayê ji dest bide, divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe. Tirkiye ji roja pêşî va vê dibêje."
Erdogan anî ziman ku bi rêzefîlman pêkhateya malbat û civakî dikin armanc û got, "Em dibînin ku ji bo sitandina reytîngan tundî tê rewadîtin, teşwîqa hişbir û alkolê tê kirin, têkiliyên bêrê û jirêketî tên normalîzekirin. Ji ser nimûneyên îstîsnaî, hemî pêkhateya me ya malbatî dikin armanc, malbata ku sitûna civakê ye jî weke çavkaniya xirabiyê tê nîşandan."
Serokomar Erdogan wiha jî got, "Di warê dînamîtxistina binê biratiya ezelî û ebedî ya gelê me da, serkêş her tim FETO bû."
Serokomar Erdogan: "Divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe"