Serokomar Erdogan: "Divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe"
29 Mijdar 2024•Rojanekirin: 29 Mijdar 2024
Serokomar Erdogan di Foruma TRT Worldê da diaxive
Serokomar Erdogan: "Beriya ku mirovayetî zêdetir îrtifayê ji dest bide, divê demildest agirbesteke mayinde li Xezeyê çêbibe. Tirkiye ji roja pêşî va vê dibêje."
"Mirovayetî di xaleke giring da ye. Bûyerên wisa çêdibin ku ne tenê 5-10 salên pêşiya me, bandorê li siberoja neviyên me jî bike."
"Ji bo yên ku bi awayekî lêhatî dikarin binirxînin, her qeyranek mizgînîdera serdemeke nû ye, pêşenga destpêkeke nû ye.
"(Neteweyên Yekbûyî) Bi lezgînî guherîn lazim e. 5 endamên daimî, 15 endamên berwext. Wiha nabe. Bi vî awayî cîhan nayê birêvabirin."
"(Halê hazir em dikarin bi Neteweyên Yekbûyî ra berdewam bin) Nexêr. Divê bi temamî çaksazî di Neteweyên Yekbûyî da çêbibe."
"Bi awayekî ku hûn bibin çav, dev û zimanê Siyonîstan, hûn çiqasî hewla provokeya vê derê bidin jî, hûnê negihêjin encamê."
"Siyonîstên li cîhanê baş dizanin ku Tayyîp Erdogan li kîjan terefî ye lêbelê hê we fêm nekiriye."
"Ev facieya mirovayetiyê ku ji ber şermezariya Holokostê rê jê ra tê dayin, dawiya wê kolaneke girtî ye, bobelet e."
"Em hêvî dikin ku ew agirbesta ku pê di navbera Îsraîl û Libnanê da çêbû, mayinde be."
"Di rêya ragirtina qirkirinê da û vekirina rêya aştiyamayinde da, ne tenê destê xwe, em amade ne hemî laşê xwe têxin binê kevir."
"Em dibînin ku ji bo sitandina reytîngan tundî tê rewadîtin, teşwîqa hişbir û alkol tê kirin, têkiliyên bê rê û jirêketî tên normalîzekirin."
"(Rêzefîlm) ji ser nimûneyên îstîsnaî, hemî pêkhateya me ya malbatî dikin armanc, malbata ku sitûna civakê ye jî weke çavkaniya xirabiyê tê nîşandan."
"Di warê dînamîtxistina binê biratiya ezelî û ebedî ya gelê me da, serkêş her tim FETO bû."