Nihat Kavşut
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Serokomar Erdogan: "Em ê di rojên pêş da tercihên di navbera Hafterê derbekar û rêvebiriya meşrû ya Libyayê da ji nêz va bişopînin. Heger Hafterê derbekar êrîşên xwe yên dijî rêvebiriya meşrû û xwîşk û birayên me yên Libyayî bidomîne em ê xwe nedin paş û dersa ku hewce dike bidin Hafter."
"Li Sûriye, Libya û Behra Sipî em li pey macerayê nînin û jixwe hewesên me yên emperyal jî qet tunene. Çavên me bi azweriya pere û neftê kor nebûne. Armanca me ya tekane ew e ku em pêşeroj û heq û hiqûqa xwe ya xwîşk û birayên xwe biparêzin."
"Hewce bike em ê bixwe rê li ber hewldanên rejimê (Sûriye) bigirin ku dixwaze agirbestê xera bike."
"Em li ser sozên xwe sekinîn, lê mixabin Hafterê derbekar mîna derbekariya xwe li ser maseyê derbeyeke derewan kir û Moskovayê terikand. Hikûmeta Trablusê helwesteke baş û nerm nîşan da. Hafterê derbekar nexwest peymana agirbestê îmze bike. Pêşiyê sekinî û peyra Moskovayê terikand û reviya."
"(Qanala Stenbolê) Projeyeke ku bi her awayî li ser xebitîne û her hûrgiliyên wê hatine hesabkirin."
"(Qanala Stenbolê) Em bawer dikin ku di fînansekirin û çêkirina projeyê da wê tu astengî û pirsgirêk dernekeve."