Abdullah Tel
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Zarokên li Ovacika navçeya Tuncelîya berf li erdê ye dijîn bi hebûna berfê kêf dikin û li serê têra dilê xwe dileyîzin.
Zivistana ku bi xwe ra gelek zor û zehmetiyan tîne bi berfa xwe va herî zêde dilê zarokan xweş dike.
Zarokên li Ovacika ku strûriya berfê ji çokekî zêdetire pir kêfxweş in lewra ew bi alîkariya mezinên malbatên xwe derdikevin deverên bilind û xwe ber bi jêr va dişemitînin.
Ji zarokên piranî xwendekarên dema ji dibistanê tên li malê nan û avê xwe dixwin, paşê jî berê xwe didin derva û li ser berfê têra dilê xwe dileyîzin. Malbatên ku naxwazin zarokên xwe ji vê kêfê mehrûm bihêlin alî wan dikin û ji bîdon, borî, qornêş û qontraplakê xîjxîjkê çêdikin.
Li Taxa 94ê zarokên berê xwe didin cihên bilind (girik) ji wir dest bi şemitînê dikin û hin caran jî bi hevra dikevin pêşbaziyê da ku kîjan herî zû diçe.
Ji zarokan Laser Erogluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew bi vê lîstikê gelek şa dibin û wiha dimand: "Em bi hevalên xwe ra tên bal hev, derdikevin serê girik û bi xîjxîjkan ve xwe berê xwe didin jêr.
Rohatcan Gundogan jî ragihand ku piştî dibistanê ew tên bi şemitîna li ser berfê kêf dikin û bi hevalên xwe ra jî dikevin pşbaziyê.