Nihat Kavşut
24 Gulan 2019•Rojanekirin: 25 Gulan 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona hilbijatina 23yê Hezîranê wiha got: "Emê heqê vê sandoqê bidin. Înşellah em ê vî karî ji dizan ra nehêlin."
Erdogan li Eyupsultanê li Mizgefta Haci Osman Torun piştî xutbeya ku Serokê Diyanetê Alî Erbaş xwend nimêja înê kir.
Serokomar Erdogan piştî nimêja înê beşdarî vekirina mizgeftê bû û xitabî gel kir.
Erdogan ji bona hilbijatina Stenbolê ya di 23yê Hezîranê da wiha got: "Em ê heqê vê sandoqê bidin. Înşellah em ê vî karî ji dizan ra nehêlin."
Serokomar Erdogan der barê hilbijartina di 23yê Hezîranê da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Înşellah em ê bi şev û roj bixebitin û li welêt bi serkeftina demokrasiyê dawî li vî karî bînin."