Kaan Bozdoğan
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 09 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Bashar Hattab Ghazal Al Sumaidaiyê bi kodnavê "Ebu Zeyd/Ustad Zeyd"ê qaşo rêvebirê payebilind ê DEAŞa rêxistina terorê ye li Tirkiyeyê hat qefaltin.
Serokomar Erdogan piştî serdana xwe ya Balkanan di balafira vegerê da daxuyanî da rojnamegeran û got ku Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê û Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li hemberî DEAŞa rêxistina terorê operasyoneke serfiraz birin serî û Bashar Hattab Ghazal Al Sumaidaiyê bi kodnavê "Ebu Zeyd/Ustad Zeyd"ê qaşo rêvebirê payebilind ê DEAŞa rêxistina terorê ye li Tirkiyeyê qefaltin.

- "Piştî Bexdadî û Kardaş ji rêvebirên herî girîng ê DEAŞê bû"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ev terorîstê hat qefaltin di pey Ebûbekîr El Bexdadî û piştî wî jî Ebdilah Kardaşê serkêşên DEAŞê xwedî roleke girîng bû û wiha domand: "Di raporên navneteweyî da û di Rapora Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî da ev terorîstê DEAŞî wek rêvebirê payebilind ê DEAŞê ye."
Serokomar Erdogan diyar kir, terorîstê DEAŞî yê qefaltî piştî jêpirsîna ji hêla Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê, bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bo meqamên edlî hat sewqkirin.
- Di rapora Konseya Ewlekariyê ya NYyê da jî hatibû destnîşankirin ku "rêveberê DEAŞê" ye
Di Rapora Asayî ya 30emîn a KENYyê ya di 11ê Tîrmeha 2022yan da hat weşandin da jî ew yek derbas bû ku Bashar Hattab Ghazal Al Sumaidaiyê DEAŞî yê hat qefaltin, di rêveberiya rêxistina terorê da cih girtiye.
Di raporê da wiha hatibû gotin, "Di 3yê Sibatê da serkirdeyê DEAŞê Amir Muhammad Sa'id Abdal-Rahman al-Salbi li Atmeya nêzîkî sînorê Tirkiyeyê di operasyona bi serkêşiya Amerîkayê da hat kuştin; di 10ê Adarê da DEAŞê bi îqrara kuştina al-Salbi va ragihand ku Abul-Hassan al-Hashemi al-Qurashi dê bikeve şûnê; nasnameya rastîn a Abu al-Hassan hê nehatiye kifşkirin, lê welatên endam wê yekê dinirxînin ku ev kes bi îhtimaleke mezin Bashar Khattap Ghazal Al-Sumaidaiyê Iraqî ye."