Elif Orhan
01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 16 karkerên Tirk ên ku li Iraqê 28 roj hatin ragirtin û xizmên wan li Kulliyeya Serokomariyê qebûl kir.
Çapemeniyê nekarî bikeve hevdîtinê û hevdîtin bi qasî saetekî berdewam kir.
Erdogan bi karker û xizmên wan re ji nêz ve eleqedar bûn û diyariyên cur bi cur dan mêvanan.
Serokomar Erdogan ji karkeran û xizmên wan re got derbasî be û spasiya saziyên ku di sax salim vegera karkeran de keda wan çêbû, kir.
Piştî hevdîtinê otobêsên serokomariyê hin xebatkar û xizmên wan birin otêlên ku dê wir bimînin û yên din jî bi balafir û otobêsan şandin bajarê wan.