Ahmet Aydın
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ANKARA
Serokê Giştiyê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Alîkarê Serokê Giştiyê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Mehmet Yavuz piştî ku lîsteya xwe ya namzêdên parlementeriyê pêşkêşî Lijneya Bala ya Hilbijartinê (LBH) kir daxuyaniyek da.
Yavuz di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di hemî derdorên hilbijartinê de listeya xwe amade kirine û pêşkêşî LBHê kirine.
Yavuz anî ziman ku ji dema ku partiya wan hatiye damezrandin beşdarî 2 hilbijartinan bûne û bo cara yekê vê carê dê li 81 wîlayet û 87 derdorên hilbijartinê bi lîsteya tam beşdarî hilbijartinan bibin.
Di bersiva pirsekê de Yavuz ragihand ku Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu îro îstifa kiriye û got, "Înşallah dê di rojên pêşiya me de, vê hefteyê wê sedema îstifayê eşkere bibe."
Hat hînbûn ku Serokê Giştî Yapicioglu ji Diyarbekirê dê weke namzedê parlementeriyê yê serbixwe beşdarî hilbijartinê bibe.