Ahmet Aydın
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ANKARA
Partiya Demokrata Gelan (HDP) ji bo Hilbijartina Giştî ya Serokomarî û Serdema 27emîn a Parlementeriyê ku biryar e 24ê hezîranê bê kirin, lîsteya xwe ya namzêdan pêşkêşî Lijneya Bala ya Hilbijardinê (LBH) kir.
Navendên giştî yên partiyên siyasî pêdiviya herî dereng îro heta seat 17.00an lîsteya namzêdên xwe yên parlementeriyê yên derûdorên ku lê peşdarî hilbijardinê bibe, radestî LBHê bikira.
Di vê çarçoveyê de Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen û heyeta pê re lîsteya namzêdên parlementeriyê anîn LBHê.
Bîlgen piştî radestkirina lîsteyan daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bo hilbijartina 24ê hezîranê bi temamî, navên 600 namzêdên xwe yên parlementeriyê radest kirine û got, "Partiya me partiya ku herî zêde temsîla jinan tê de tê kirin e. Îro jî me temsîliyeta yeksanî di lîsteya xwe de esas girt."