Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş der barê operasyonên li Stenbolê de wiha got: "Dixwazin ku em di vî şerî de bibin teref."
Demirtaş li Adiyamanê beşdarî mitînga ku li Parqa Yuzuncu Yilê hat lidarxistin bû û destnîşan kir ku li navçeya Kehteyê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirine.
Demirtaş îdia kir ku ji BDPyê dixwazin ku di vî şerî de bibin teref û wiha got: "Dixwazin ku em di vî şerî de bibin teref. Dixwazin ku em an pişta cimaetê bigirin an jî ya AK Partiyê. Ma qey em mecbûr in? Yek ji yekî xerabtir e. Heta niha şirîkên hev bûn û bi hev re dixwarin."
Demirtaş îdia kir ku endamên partiya wan ji ber ku heq û hiqûqa gelê xwe parastine îro di girtîgehê de ne.
Demirtaş diyar kir ku ji partiya wan gelek kes girtine, lê li mala tu kesî pere derneketiye û wiha got: "Bi sedan serokên şaredariyê û bi 10 hezaran siyasetmedarên me derdest kirin. Avêtinn ser malên wan û heta li qul û bexşan jî geriyan. Lê tenê kitêb dîtin. Şikir ji Xwedê re li malên me kaseyên pola yên pereyan, qutiyên pêlava û bi milyonan dolar derneket. Yek kesek jî ji ber gendeliyê nehatiye derdestkirin. Hevalên me di girtîgehê de ne, lê ji bo rûmeta me di girtîgehê de ne."
Demirtaş piştî axaftina xwe Namzedê Şaredariya Kehteyê Mehmet Polat da nasandin û ji welatiyan piştgirî xwest.