ELAZIG
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Bûrkay bi minasebeta "Meşa Aştî û Azadiyê" ku ji aliyê HAK-PARê ve tê lidarxistin, li Elazigê bû. Bûrkay li serokatiya bajêr a partiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku di Pakêta Demokratîkbûnê de tiştên baş û erênî hene, em wekî hin derûdoran bi helwesta 'yan erê yan na' li mijarê nanihêrin.
Bûrkay got ku tiştên erênî di pakêtê de hene, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê têr nake û wiha axivî: "Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe, pêwîstî bi projeyên berfirehtir heye."
Bûrkay diyar kir ku pirsgirêkên mezin tenê bi wêrekiyê çareser dibin û wiha got: "Li hin zanîngehan Beşên Zimanê Kurdî vebûn. Li Mêrdînê, Bîngolê, Mûşê û li Tûnceliyê. Ev gavên girîng in, lê li gor pisrgirêka mezin biçûk dimînin. Ji ber vê sedemê jî divê Tirkiye bi wêrekî gavên mezin bavêje."
Bûrkay destnîşan ku di van mijaran de tenê hikûmetê rexne nakin, muxalefet jî pir kevneperest e û wiha peyivî: "Divê CHP wekî muxalefeta herî mezin guhê xwe ji daxwazan re veke. Divê bi projeyên maqûl were, lê tam berevajî vê tevdigere. Dijîtiya gavên biçûk ku ji aliyê hikûmetê ve tên avêtin, dike. MHP jî jixwe bêproje ye. Ew tenê statukoyê diparêze. Bi vî awayî pirsgirêk çareser nabin."