02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA
Serlêdana pêşbirka navneteweyî ya wêneyên nûçeyan "Istanbul Photo Awards 2016"ê ya ku cara duduyan bi destê Anadolu Agencyê tê lidarxistin, bi dawî bû.
Pêşbirk ji ser medyaya civakî û malperên girîng ên wêneyan ên ku li tevahiya dinyayê navdar in hat ragihandin. Pêşbirkê di qada navteweyî da eleqeyeke mezin berhev kir. Herwisa gelek kesî beşdariya pêşbirka ku di juriya wê da kesên navdar hene, kir.
Juriyê di navbera 19-21ê adarê da li Stenbolê bicive û wêneyên serkeftî kifş bike. Encam dê di 23yê adarê da bên ragihandin. Ji wêneyên serkeftî dê li hundir û dervayê welat pêşangeh bên vekirin û album bên amadekirin.
Serîlêdan ji ser adresa "istanbulphotoawards.com"ê hatin kirin.
- Di juriyê da endamên xwediyê xelata Pulitzer û World Pressê
Pêşbirka navneteweyî ya wêneyên nûçeyan "Istanbul Photo Awards 2016"ê ya ku cara duduyan bi destê Anadolu Agencyê tê lidarxistin, bi endamên xwe yên juriyê yên îsal va jî balê dikişîne ser xwe.
Hin kesên din ên ku di qada xwe da serkeftî ne li lijneya sala borî ya "Istanbul Photo Awards"ê hatin zêdekirin. Par di juriyê da rêveberê Getty Imagesê Georges De Keerle, Dîrektorê Navenda Wêneyan a Şanghayê û xwediyê xelata Pulitzerê Liu Hung Shing, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan a AFPyê Michel Scotto, xwediyê xelata World Press Photoyê Guillaume Herbault, Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan a AAyê Firat Yurdakul cî girtibûn.
Muxabîrê wêneyan Laurent Van der Stockt ê ku li tevahiya dinyayê navdar e û ev 25 sal in hema hema hemû şer û cengên li dinyayê di cî da şopandiye, Edîtorê Wêneyan ê Newsweekê James Wellford ê ku ji aliyê Yekîtiya Wênekêşên Çapemeniya Neteweyî ya DYAyê va wekî "Edîtorê Salê yê Wêneyan" hat hilbijartin, Dîrektorê Wêneyan ê rojnameya Le Mondeê Nicolas Jimenez, xwediyê xelata Pulitzerê Daniel Berehulak ê ku xwediyê xelata "Wêneya Salê ya Istanbul Photo Awards 2014"ê ye jî dê di nava endamên juriya "Istanbul Photo Awards 2015"ê da cî bigirin.
- Albuma wêneyan a "Istanbul Photo Awards 2015"ê hat çapkirin
Anadolu Agencyê albuma wêneyan a "Istanbul Photo Awards 2015"ê ya ku juriyên profesyonel ên xwedanprestîj kifş kiribûn û ji wêneyên ku bi ser ketibûn û ji fînalê ra mabûn pêk tê jî çap kir.