Ahmet Bayram
31 Adar 2024•Rojanekirin: 01 Nîsan 2024
Serokê CHPyê Ozel li Manîsayê dengê xwe da
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Manîsayê ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî dengê xwe da.
Ozgur Ozel bi hevjîna xwe Dîdem û keça xwe Îpekê ra hat Dibistana Seretayî ya 23 Nîsanê ya Ulusal Egemenlikê û li baxçeyê dibistanê bi welatiyan ra sohbet kir.
Ozel piştî ku dengê xwe avêt sandoqa ku hejmara wê 1174 e ji rojnamevanan ra daxuyand ku hilbijartin cejna demokrasiyê ye.
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Akşenerê dengê xwe li Dibistana Navîn a Bankeya Emlakê ya Tirkiyeyê da
Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê got, "Li gor min encamên hilbijartinê wê baş bibin. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo me jî wê baş bibe."
Akşener ji bo ku seba Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Herêmî deng bide, bi mêrê xwe ra hat Dibistana Navîn a Bankeya Emlakê ya Tirkiyeyê ya li Bîlkentê.
Akşenerê dengê xwe avêt sandoqa ku nimreya wê "4625" e.
Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek li Beşiktaşê dengê xwe da
Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ji bo Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya 31ê Adarê li Beşiktaşa navçeya Stenbolê dengê xwe da.
Perinçek tevî jina xwe Şule Perinçekê çû Dibistana Navînî ya Şair Nedim a li Gayrettepeyê, piştî silav da welatî û peywirdarên sandoqê, dengê xwe avêt sandoqa nimro 1153.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Orucê dengê xwe li Edeneyê da
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekheviya Gel û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari Oruçê ji bo Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Herêmî ya 31ê Adarê dengê xwe li Edeneyê da.
Parlamentera Edeneyê Oruç li navçeya Çukurovayê çû Dibistana Seretayî ya Ayşe Atilê û dengê xwe avêt sandoqa ku nimreya wê 1057 e.
Oruçê piştî dengê xwe da ji rojnamegeran ra got ku encamên hilbijartinê bi xêr bin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan dengê xwe da
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekheviya Gel û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ji bo Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Herêmî ya 31ê Adarê li Enqereyê dengê xwe da.
Bakirhanê ku hat Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefik Paşa ya li navçeya Çankayayê dengê xwe avêt sindoqa bi nemroya 1254ê.
Bakirhan piştî dengê xwe da ji rojnamegeran ra got ku encamên hilbijartinê bi xêr bin.
Serokê Giştî yê HUDAa PARê Yapicioglu raya xwe da
Serokê Giştî yê HUDAa PARê Zekeriya Yapicioglu li Enqereyê li Dibistana Seretayî ya Kuzeykent Şehît Îsmaîl Koç raya xwe da.
Zekeriya Yapicioglu di pey ra daxuyanî da û wiha got, "Hêvî dikim ku hilbijartineke di nava sikûnet û aramiyê da be. Di encamê da wê gel û welat bi ser bike."
Yapicioglu diyar kir ku encam ji niha va bibe wesîleya xêrê.
Serokê Giştî yê HUDAa PARê Zekeriya Yapicioglu got ku wê encamên hilbijartinê ji navenda giştî ya partiya xwe bişopîne.
Serokê Giştiyê MHPê Bahçelî li Dibistana Navendî ya Anittepeyê dengê xwe da
Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçelî li Dibistana Navendî ya Anittepeyê ji bo Hilbijartinên Giştî yê Rêveberiyên Herêmî dengê xwe da.
Bahçelî piştî ku dengê xwe da daxuyanî da û anî ziman ku yekemîn hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sedsala nû tên encamdan û wiha pê da çû:
"Ez ji hemî partiyên me yên siyasî ra û namzêdên wan ên bi qîmet ra serkeftinê dixwazim. Ez hêvîdar im ji bo gelê me, dewleta me bibe wesîleya xêrê. Înşelle rojên xweştir ewê bên û hilbijartinên hê xweştir bên encamdan. Ji nuha ve spasiya hemî gelê me dikim, tendirustiyê dixwazim."
Namzedê Şaredariyê yê ÎBByê Murat Kurum Stenboliyan vexwend ser sandoqan
Namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yê Îtifaqa Cumhur Murat Kurum bi malbata xwe ra hat Dibistana Îmeceyê ya Kagithaneyê û deng da. Kurum dema ji dibistanê derket daxuyanî dan rojnamevanan.
Kurum bangî welatiyan kir ku bila biçin ser sandoqan û dengê xwe bidin û got ku "Ez ji vir bangî hemû welatiyên me dikim ku dengê xwe bidin, xwedî li sandoqan derkevin. Bila biçin dengê xwe bidin û li sandoqên ku dengê xwe lê dane jî xwedî derkevin.
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li Beylikduzuyê deng da
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu ji bo Hilbijartina Birêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê dengê xwe li Beylîkduzuyê da.
Îmamoglu ji bo dengdayînê bi xanima xwe Dîlek Îmamoglu, kurên xwe Selîm û Semîh Îmamoglu ra hat Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Keçan a Emîn Yukseloglu û di sandoqa bi nimreya 2244 da dengê xwe da.
Îmamoglu piştî dengê xwe da dît ku mohra hilbijartinê li kabînê ji bîr kiriye û çû hilda.