Haydar Şahin
30 Hezîran 2020•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2020
Suphiye Ozabaya 50 salî ya li Mutkiya navçeya Bidlîsê dijî 40 sal e bi axê berheman çêdike û pê tevkariyê dide debara mala xwe.
Ozabaya dayika 3 zaran a li Kavakbaşiya bajaroka navçeyê dijî çêkirina dîzikan a di piçûktiya xwe da ji dayika xwe hîn bibû didomîne.
Ozabaya xwe di vî karî da pêş xist û bû xwedîmeslek, ji axê dîz, quşxane, kup, tendur, misînan çêdike û wan difroşe navçeyê û bajarên der û dorê û pere qezenc dike.
Ozabay li Navenda Perwerdeya Gel dersên çêkirin û boyaxkirina dîzikan dide jinan, ji bo meslekê xwe hînî nifşên nû bike hewl dide.
Ozabayê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo hewcedariyên malê çêkirina dîzikan hîn bû û paşê ji xwe ra kir meslek.
Ozabayê got amûrên çêdike difroşe pê dahatê bi dest dixe û wiha pê da çû: "Em ji bo xwarinê dîzikan ji bo dew meşkan û ji bo hewcedariyan kupên cda çêdikin. Li gor siparîşan surahî û vazoyan jî çêdikim. Kesên siparîşê didin tên dibin. Em axa sor a li vê derê bi quma taybet va li nav hev dixin. Bi avê va hasil dikin û didikin wekî hevîr. Ji bo parastinê amûran çend rojan di hûndir da digrin paşê jî 3 rojan li tavê dihêlin. Paşê jî di tendûra hezar û 500 pileyî dişewite da sor dikin û amade dikin."