Kaçalin daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku amadekirina ferhengê zehmet e û jê re demeke dirêj lazim e. Kaçalin da zanîn ku heta niha ferhenga bi "îngilîzî-tirkî", "almanî-tirkî", "gurcî-tirkî" û "romenî-tirkî" amade kirine û weşandine.
Kaçalin destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dereng dest bi xebatên amadekirina ferhengan hatiye kirin û got ku xebatên yekemîn wek berhevkirin bûn û wiha dewam kir: "Piştî 1995an li ser zaravayên tirkî yên li derveyî Tirkiyeyê xebatek hat kirin. Di demê de bi altayî, urdûyî, tîvacî, kûmûkî ferheng tên çapkirin. Herwiha me ferhengên berê jî ji nû ve çap kir. Divê di pêvajoyê de bi farisî, erebî, çîngenekî, ernewûdî, suryanîkî, zazakî, lazkî, pomakî û qefqesî bên amadekirin."
- Zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin divê nepen nemînin
Prof. Dr Kaçalin got ku divê ferhengên hemû zimanên ku li welatê cînar tên axaftin bên amadekirin û wiha dewam kir: "Em dizanin ku hin zimanên ku li welatê me tên axaftin winda bûne û hin jî li ber windabûnê ne. Divê zanyar û lêkolîner li ser vê mijarê rawestin û bixebitin. Zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin divê ji bo me nepen nebin, bên axaftin û ferhengên van zimanan bên amadekirin. Lewra dibe ku di demê de ev ziman winda bibin."
- Li Tirkiyeyê 36 ziman tên axaftin
Li gor çavkaniyan li Tirkiyeyê bi abazakî, adîgekî, erebî, ernewûdî, awarî, azerî, boşnakî, pomakî, bûlgarî, romanî, domanî, ermenîkî, gagawûzî, gurcîkî, hemşînîkî, hertevîkî, kabardeyîkî, kazakî, qirgizî, tikiya kirimê, kûmûkî, kurdî, îspanyoniya cihuyan, ladîno, lazî, osedî, ozbekî, pontûsî, yewnanî, suryanîkî, tatarî, tirkî, tirkmenîkî, ûygûrî û zazakî tê axaftin.