VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber bilindiyê mirîşk nayên xweyîkirin. Lê zanyarên Zanîngeha Wanê lêkolîn kirin û di encama van lêkolînan de dîtin ku bi şîlanan ev mimkûn e. Bi saya vê pêşiya xwedîkirina mirîşkan hat vekirin.
Mamosteyê Beşa Zooteknîkê ya Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Ahmet Tekelî, daxuyani da nûçegihanê AAyê û behsa encama lêkolîna xwe kir.
Tekelî got ku di hemû lêkolînan de tê dîtin û wan îspat kiriye ku ew dikarin bazîrganiya goştê mirîşkan yê kêmrûn û bi qelîteyeke baş bikin.
Tekelî wiha axivî:
"Me şîlan wek vîtanîma Cyê bi kar anî. Me dît ku ev stresa cemidînê jî dadixe û encamên baş dide. Êdî li herêmê kesên hez dikin rehet dikarin mirîşkan xwedî bikin."