KILÎS
Li gor agahiyan sûriyeyiyên ji ber êrîşên hewayî yên hêzê rejîmê yên li ser Helebê direvin niha di kuçeyan de dijîn.
Di êrîşên Helebê yên di rojên dawî de, bi sedan Sûriyeyî mirin. Sûriyeyiyên di nav şer de bêçar mane, li benda alîkariyê ne. Xelqê sivîl ên ji ber bombeyên warîlê mal û milkên xwe terk kirin, niha di kuçeyan de dijîn.
Ji sûriyeyiyan hin kesên ji ber şer û pevçûnê terka mala xwe kirin û xwe dispêrin Tirkiyeyê. Sûriyeyiyên ji ber şer û pevçûnê û êrîşên hewayî, ji Helebê direvin û xwe dispêrin Kilîsê, welatî û rêxistinên civakî yên sivîl xwedî li wan derdikevin.
Mîne Beyfa ku tevî 3 malbatên sûriyeyî di xaniyekî de dijî got ku ji ber şer revîne û hatine Kilîsê.
-"Em 4-5 mehan di kuçeyan de jiyan"
Beyfê îfade kir ku ji ber şer nêzikî 4-5 mehan di kuçeyên Sûriyeyê de jiyane û wiha dewam kir: "Piştî ku em hatin Kilîsê, em pi alîkariya rêxistinên civakî yên sivîl di vî xaniyî de bi cih bûn. Em çar malbat in. Em 20 kes di xaniyekî de dijîn. Em bi xêra alîkariyan dijîn."
Eyşe Beyfa ku 15 roj berya vê ji Helebê hatiye jî got ku em bi alîkariya welatiyan dijîn û wiha pê de çû: "Li Helebê rewş nebaş e. Xaniyê li gel xaniyê me hilweşiyan. Cînara min ji xaniyê xwe nekarîbû derziyekê jî xelas bike. Dema em jî hatin Tirkiyeyê pêlav di piyê me de tunebûn. Em bi hêvî ne. Înşeallah şer biqede em ê vegerin welatê xwe. Herçiqas êdî xaniyekî me jî li welêt tunebe jî em dixwazin vegerin welatê xwe."
Mêrê Ayşe Beyfê Mehmûd Beyfî jî diyar kir ku rewşa Helebê niha qet baş nîne û mirov li wir birçî dijîn.