Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di 27 û 28ê çiriya paşîn de dê di 96 beşan de 750 mamosteyan tayîn bike. Serîlêdan îro dest pê dike û heta 26ê çiriya paşîn dê dewam bike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, tayînên ewil dê di 96 beşan de be û 750 mamoste dê werin hildan.
Tayînên mamosteyan di 27 û 28ê çiriya paşîn de dê eşkere bibin. Serîlêdan ji îro heta 26ê çiriya paşîn dê dewam bike.
Serîlêdan û tayînkirin dê li ser malperan bên kirin. Ji bo mamostetiyê forma serîlêdanê li ser van navnîşanan e: "http://mebbis.meb.gov.tr'' û ''http://ikgm.meb.gov.tr''.
Mamosteyên ku bên tayînkirin dê di 29ê çiriya paşîn de dest bi wezîfeyê bikin