DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ragihand ku lêpirsîna ji bo teqîna di mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê bi destê serokwekîlê Komarê û 4 dozgeran va tê meşandin.
Serdozgerê Komarê Ramazan Solmaz daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku teqîn di saet 17.46-17.48an da çêbû.
Solmaz diyar kir ku di teqînê da N.K. û Ş.K. mirin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn û wiha got: "Hin welatî jî ji ber îzdihamê birîndar bûn. Hin polês jî di bûyerê da birîndar bûn.
- Kesek beriya teqînê mir
Solmaz destnîşan kir ku R.Y. (16) 2 saet beriya teqînê ji ber ku ket xwarê mir û wiha got: "Di çavdêriya min da, tevî wekîlê serdozgerê Komarê û 4 dozgeran va lêpirsîn û lêkolîn tên meşandin. Bi berfirehî lêkolîn tê kirin. Piştî lêkolînên berfireh wê agahiyê bidin raya giştî."