Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê teqîna di mitînga HDPyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin piştî teqîna li Qada Îstasyonê ya ku 2 kes birîndar û ji 100î zêdetir welatî birîndar bûn de lêkolînên li herêmê berdewam dikin.
Di çarçoveya lêkolînê de wekîlê serdozgerê komarê û dozgerek li cihê ku bûyer wir çêbû li ser xebatên ku ekîbên Şûbeya Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriya Ewlehiyê lêkolîn kir.
Dan zanîn ku sedema teqînê piştî lêkolîna ser delîlên ku hatin berhevkirin dê bê diyarkirin.
Birîndar tên dermankirin
Ji bo birîndarên ku piştî bûyerê anîn nexweşxaneyên Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê û Selahettîn Eyyûbî seferberî dan destpêkirin û ji nexweşxaneyên din jî bangî peywirên tenduristiyê kirin.
Di vê navberê de hat dîtin rageşiya ku piştî mitîngê derketibû qediya.