09 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Hat tesbîtkirin ku yek ji wan herdu terorîstên jin ên ku li çolwara Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatibûn berterefkirin, Hanim Çelik e û di lîsteya gewr a lêgerînê de bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Nevxweyî, Fermandariya Cendirmeyê ya Wîlayetê ya Mêrdînê duh şevê din di operasyona "Çinar-101 Şehit Jandarma Uzman Çavuş Muhammet Arıkan" de 2 terorîstên ji tev çekên wan berterefkirin.
Di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê hati kirin ku yek ji wan herdu terorîstên bertrefkirî, Hanim Çelik a bi kodnavê "Agirîn" e û 300 hezar lîreyî Tirkî xelat danîbûn ser serê wê û di lîsteya gewr a lêgerînê de bû.