26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Terorîsta ji PKKya rêxistina terorê revî û li Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bû qala taciz, destdirêjî û tundiya li kampên rêxistinê kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitandin, terorîsta di encama xebatên yekeyên ewlekariyê da hat qanîkirin di 20 mijdarê da hat deriyê sînor ê li Şirnexê û teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Îtirafên E.C.ya hat tesbîtkirin di sala 2008an da tevlî rêxistinê bûye, di salên 2008-2016an da li bakurê Iraqê, di salên 2016-2020î da li Sûriyeyê li ser navê PKK/KCK/PYD/YPJyê çalakî kiriye û di firsenda ewil da ji rêxistina terorê reviye rûyê rastî yê PKKyê carekê dîsa derxist holê.
E.C.yê got dema di kampan da ma dît ku terorîstên mêr tecawizî jin û mêran dikin, der barê rûyê reş ê rêxistinê da jî got, "Ez pêşiyê birim avahiya HDPyê ya Wanê. Berê qet neçûbûn wê derê. Li wê derê du jinan xeberdan û paşê ez teslîmî mêrekî kirim."
E.C.yê got ji ber zora malbatê nikaribûm ji malê derkevim û bi sozên azadiyê yên rêxistinê xapiyam û wiha axivî: "Min nedixwest herim, bi zorê birim, xapandim. Gelek soz dan gotin, 'Em zehf azad in, tuyê jî azad bibî. Em ji malên xwe derdikevin, tuyê jî bikaribî derkevî.' Ji ber ku ez nikaribûm ji malê derkevim loma ez bi wan xapiyam. Min nizanibû çi ye."
E.C.yê got piştî ku çû kampê rûyê rastî yê rêxistinê dît, gelek tiştên rend dîtin û wiha pê da çû: "
"Em li ciyên ku çûnê bi qasî mehek du mehan meşiyan. Li wê derê 3 mêr û 2 jin hebûn. Di wê demê da tiştekî naynin serê merivan lêbelê piştî diçin kampê gelek tiştan dibînî. Dema çûm wê derê gotin 'tuyê perwerdeyê bibînî' lêbelê gelek tiştên nebaş hatin serê min. Tiştên hatin serê min hatin serê gelek jinên din jî. Dema min ew dîtin yek hatibû derdestkirin. Her tim digiriya, lê dixistin. Wan digot ku lê naxin lêbelê qêrîn û qajîn dihat me. Dema ew dengan dihatin min rewşa min gelekî xirab dibû. Bavê min dihat bîra min. Li malê bavê min li min dixist ew dihat bîra min."
- "Heman tiştî tînin serê mêran jî"
E.C diyar kir ku terorîsteke jin a dixwest bireve hat qefaltin, rastî destdirêjiyê hat û qaşo fermandarê tîmê yê ew xerabî bi jinikê ra kir jî bi rihetî geriya û wiha pê da çû: "Jinika di nav daristanê da du roj rastî xerabiyê hat piştî ku zivirî ji me ra qala tiştên hatin serî kir. Demekê bi tena serê xwe di odê da ma. Dikir qîrîn, çêr dikir û dixwest ku bimire. Ez naxwazim ev tişt bên serê kesî. Wê got ku fermandarê tîmê destdirêjî kiriye lê digotin ew tiştekî wiha nake. Ew mêrik lê wê derê bi rihetî digeriya. Ez li wê derê rastî gelek bûyeran hatim. Ev bi tenê nedihatin serê jinan heman tişt dihatin serê mêran jî. Ji bo wan jin û mêr ferq nakin."
Di berdewamiya axaftina xwe da E.C got ku xwestin heman xerabiyê binîn serê wê jî li ji ber qîrîn û liberxwedanê ew ji nav destên wan xilas bû û çawa ku fersend bi dest ket jî ji rêxistina terorê reviya û teslîm bû.
E.C ji hemû endamên rêxistinê xwest ku bila netirsin ji rêxistinê birevin û werin teslîm bibin.