Haydar Şahin
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Hat tesbîtkirin ku herdu terorîstên MLKPya rêxistina terorê yên li Edeneyê bi bombeyê êrîşî serwêsa polêsan kiribûn li Eskîşehirê di operasyona birin ser mala wan da hatin berterefkirin teqemeniya plastîk û mix di bîskîletê da bi cî kirine bîskîlet ji dûr va teqandine.
Agahiyên teze yên Firat Şeran (31) û Ozan Sokmenê (28) endamên rêxistina terorê yên der barê êrîşê da hatin bidestxistin. Herdu terorsîtên di 25ê îlonê da êrîş kiribûn di 1ê cotmehê da li Eskşehirê li mala ku bi nasnameya sexte kirê kiribûn hatibûn berterefkirin.
Rêça tiliya terorîstên mirî hatin girtin dan ber rêçên li ser amûrên li mala li Edeneyê hatin dîtin û rêç wekî hev derketin.
Hat ragihandin ku dema li Edeneyê xanî kirê kirine Ozan Sokmen xwe wekî "Mert", Firat Şeran jî xwe wekî "Çaglayan" bi xwediyê daîreyê dane nasîn.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li ser dîmenên 200 kamerayên ewlehiyê yên 4 kîllomêtre li dora dewsa bûyerê, xanî, dikan, Sîstema Rêveberiya Ewlehiya Bajêr, otobês, minibês û texsiyan lêkolîn kirin.
- Bîskîleta bombebarkirî bi lingê sererêya peyayan va girê dane
Ekîban di lêkolînan da tesbît kirin ku terorîstan bi bîskîleta bombebarkirî êrîş kirine.
Di dîmenan da tê dîtin ku herdu terorîst bîskîleta bombebarkirî tînin bi lingê sererê ra girê didin, paşê Ozan Sokmenê terorîst 30 mêtre dûr dikeve li bendê disekine ku serwês were û dema serwês tê tanga bîskîletê jî bombeyê ji dûr va diteqîne.
Hat ragihandin ku terorîstna id êrîşê da bombeya bi mixan hatiye quwetkirin bi kar anîne.
Polêsên Edeneyê piştî êrîşê tesbît kirin ku terorîst revîne Eskîşehirê û agahî dan yekeyên ewlekariyê yên eleqedar ûpaşê jî mala wan a hucreyê hat tesbîtkirin.
Hat ragihandin ku der heqê terorîstên tê nirxandin di banê PKKya rêxistina terorê da perwerdeya keşf, îstixbarat û sabotaja bi bombeyê dîtine da çend sal berê ji bo teqemeniya destan danîne ser rêya Antalyayê biryara derdestkirinê hatiye dayîn.