Fatih Gazioğlu
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Li Muxlayê agir bi otobêseke rêwiyan ket. Piştî rêwiyên di otobêsa da hatin tehliyekirin şewat hat temirandin.
Li gor agahiyan, li texma rampeya Sakarê ya li ser rêya Ula û Akyakayê agir bi otobêsa ku pîleqaya wê 35 PK 671 e û Îhsan Çelîk diajot ket.
Şoferê otobêsê piştî ku bi şewatê hesiya sekinî û 11 rêwiyê di otobêsa da daxistin.
Li ser şewatê tîmên agirkûjiyê hatin ciyê bûyerê û şewat demeke kin da hat temirandin. Di otobêsê da zirara madî çêbû.
11 rêwiyên ku dixwestin ji Sakaryayê ber bi Marmarîsê va biçin paşê bi otobêsekê din hatin şandin.