03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Hat tesbîtkirin ku yek ji pênc terorîstên ku bi operasyona hevpar a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li Xakurka herêma bakurê Iraqê hatin berterefkirin Nedîm Karakulak e ku ji bo wî bultena sor hatiye derxistin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin yek ji pênc terorîstên ku di 2yê îlonê da li herêma Xakurkê hatin berterefkirin Nedîm Karakulakê bi nasnava "Kawa Garzan" e ku berpirsê rêxistinê yê gumrik û neqlê yê di navbera Qendîl û Xakurkê da ye.
Hat ragihanfin ku terorîst Karakulak di sala 1992yan da tevî rêxistinê bûye û demekî organîze kiriye ku ji herêma baregehê ya Heftanînê ya rêxistinê teqemenî sewqî Tirkiyeyê bê kirin û der heqê wî da bultena sor hatiye derxistin û ji sala 2013an vir va lê digeriyan.