01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku ji 3 teroristên ku li Ovacika navçeya Tunceliyê hatin kuştin jê yek Yilmaz Kesê navê wî yê kod "Şahîn" e, qaşo berpirsê herêmê yê Partiya Maoist Kominist (MKP) a rêxistina terorê ye, der heqê wî de di kategoriya şîn de biryara lêgerînê heye.
Walîtiyê daxuyand ku îro danê sibê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr li çoltera Ovacikê bi alîkariya droneyan operasyon li dar xistibû, di operasyonê de yek jê jin 2 jî mêr bi tevahî 3 terorîst hatibûn kuştin. Hat ragihandin ku yek ji teroristan Yilmaz Kesê navê wî yê kod "Şahîn" e, qaşo berpirsê herêmê yê Partiya Maoist Kominist (MKP) a rêxistina terorê ye, der heqê wî de di kategoriya şîn de biryara lêgerînê heye.
Di lêgerîna li herêmê de tivinga tîpa 3 M-16 hatibû dîtin.
Hat ragihandin ku terorîstê mêr yê ku hat kuştin Mahir Ozgulê navê wî yê kod "Doktor Îsmaîl" e. Herwiha ji bo tespîtkirina nasnameya terorîsta jin jî xebat dewam dikin.