21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara navçeya Şanliûrfayê 6 kûryeyên PKK/PYDya rêxistina terorê ku dixwastin derbasî Sûriyê bibin, hatin girtin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, îstixbarat ji ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ra hat ku 6 endamên PKKya rêxistina terorê hewl didin ku bi rêya derqanûnî derbasî Sûriyê bibin.
Ekîban bi piştgiriya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Ceylanpinarê li ser sînor 5 deran tevdîr hilda. Ekîban Rezzan A, Zindan A, Î.A, A.O, T.H û E.M li herêma rojavayê navçeyê di nav daristanê da girtin.
Piştî girtina wan derket holê ku Rezzan A. di 2012an da li Cizîra navçeya Şirnexê di xwepêşandana bêdestûr a newrozê da tevlî kuştina polês Ahmet Toprakoglu bûye. Her wiha ji ber sûcê endamtiya PKKya rêxistina terorê ji bo wî 9 sal cezayê hebsê xwariye.
Her wiha derket holê ku Zindan A. jî li Sûra navçeya Diyarbekirê îqamet dike, ji rêvebirên payebilind ên PKK/PYDê ên li Sûriyê telîmatan hildidin û ji terorîstên Tirkiyê ra dibêjin, bersûcên din jî kûrye derketin.
Gumanbar ji aliyê tenduristiyê da hatin kontrolkirin û dadgehê biryara girtina wan da.