21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku li herêma Daglicaya Hekariyê û çoltera li başûrê Ûlûdereya navçeya Şirnexê, du êrîşên hewayî birin ser hedefên rêxistina terorê ya cihêxwaz.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, li ser îstîxbarateke di navbera saet 06.35 û 07.00an da hildan, Hêzên Hewayê êrîş birin ser hedefên PKKya rêxistina terorê yên li herêma Daglicaya ser Hekariyê. Êrîş bi 4 balafirên şer ên tîpa F16an va hat birêvabirin û hedefên terorê yên hatin tespîtkirin hatin îmhakirin.
Herwiha di navbera saet 10.35 û 11.40an da jî îstîxbaretek din jî gihişt hêzên ewlehiyê. Hêzên ewlehiyê li ser îstîxbaratê êrîşa hewayî bir ser hedefên çoltera li başûrê Ûlûdereyê. Êrîş bi 6 balafirên şer ên tîpa F16an va hat birêvebirin û hedefên terorê yên hatin tespîtkirin bi tevahî hatin îmhakirin.