Nihat Kavşut
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra ji bona vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) belav nebe biryarnameyeke bi navê "Tevdîrên di dewetan da bên sepandin" şand.
Li gor biryarnameyê ji bona nexweşî belav nebe heta ji dest were dewet wê li ciyên servekirî bên kirin û dema dewetê neyê dirêjkirin.
Di mekanên dewetê da wê maske bên emilandin û di dema dewetê da bûk, zava, memûrê mehrê dibire, şahid û hêmû mêvan wê maskeyan bidin ber devê xwe.
Di deweta da wê kes bi destê hev negire û ji hev dûr bisekine. Diyarî û serhine di qutiyekê da bên komkirin.
Li ciyên dewetê muzîkên reqs û govendê wê neyên lêxistin, tenê muzîkên ku dewetvanî guhdarî bikin bên lêxistin.