Haydar Şahin
14 Tebax 2019•Rojanekirin: 15 Tebax 2019
Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku di çarçoveya li bakurê Sûriyeyê avakirina herêma ewledar da teyareyên bêmirov dest bi wezifeyê kirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da agahiyên li ser herêma ewledar a ku bi Amerîkayê ra li bakurê Sûriyeyê ava bikin hatin dayîn.
Wezaretê di daxuyaniyê da wiha got: "Di çarçoveya pîlana ji bo li bakurê Sûriyeyê bi Amerîkayê ra herêma ewledar tesîs bikin da ji bo li Şanliurfayê Nevanda Herekata Mişterek ava bikin xerbat dewam dikin. Teyareyên bêmirov dest bi wezifeyê kirin."