ÎSTANBUL
Firînên Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) yên ber bi Mîamiya bajarê DYAyê di 25ê cotmehê da dest pê dikin.
Di daxuyaniya mişawiriya çapemeniyê ya THYyê da hat diyarkirin ku piştî firînên ber bi Buenos Aîres, Sao Paulo, Toronto, Chîcago, Houston, Los Angeles, New York, Washington, Boston, Montreal û San Franciscoya bajarên li Parzemîna Amerîkayê ew ê di 25ê cotmehê da her roj dest bi firînên ber bi Mîamiyê jî bikin.
Di daxuyaniyê da cî dan nêrînên Ahmet Olmuştirê Alîkarê Midûrê Gişkî yê Berpirsyarê Bazar û Firotinê yê THYyê jî û Olmuştur got ku stratejiya mezinbûna li Amerîkayê bi awayekî baş dewam dike û ji vê gelekî memnun in.
Olmuştur wiha got: "Bi firînên xwe yên ber bi cihên teze va em destînasyonên xwe yên li dinyayê berfireh dikin û qalîteya THYyê digihînin hemû dinyayê, ev jî ji me ra dibe motîvasyon."