KARS
Li Sarikamişê welatiyê ku rastî êrîşa hirçê hat, mir.
Sulhattîn Ozdemîr (57) dema ku gûlik berhev dikir hirçekî êrîş bir ser. Li ser êrîşa hirçê Ozdemîr ji ser, stû û zikê xwe birîndar bû û di cî de canê xwe da.
Li ser agahdarkirinê tîmên 112 bilez û cendirme hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Ji bo ku sedema mirina wî teqez were kifşkirin cinazeyê ozdemîr sewqê Dezgeha Tiba Edlî ya Erziromê kirin.