MALATYA
"Tirîna Aştiyê" ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê wê 10 bajaran bigere û bigihîje Diyarbekirê. Tirînê vê gavê gihîşt Meletiyê.
Platforma Li Aştiyê Binhêre ev çalakî li dar xist û tirên wê heta 21ê adarê 10 bajaran bigere. Rawestgeheke tirînê jî Meletî ye.
Alîkarê Waliyê Meletiyê Latîf Memîş, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Arif Emecen, Şaredarê Yeşîlyurtê Haci Ugur Polat û nûnerên saziya civaka sivîl li Gara Meletiyê Tirîna Aştiyê pêşwazî kir.
Memiş di merasima pêşwaziyê de axivî û diyar kir, ew ji ber ku mazûvaniya qasidê aştiyê dikin kêfxweş in.
Memîş got ku keda qasidên aştiyê di pêvajoya çareseriyê de girîng e û em ji wan re sipas dikin.
Berdevkê Platformê Cengiz Algan jî got ku rawestgeha 8emîn ya tirînê Meletî ye.
Algan got ku ew bi dîtina aştîhezên ku hatine garê pir kêfxweş bûn û wiha dewam kir: "Me di rawestgeha beriya Meletiyê de tengasî kişand. Gelê Meletiyê moral da me. Xwedê ji we hemûyan razî be. Înşallah îsal du biharê bi hev re werin welatê me. Li hêviya daxuyaniyên aştiyê ne. Me ji Stenbolê û heta vira hevokên aştiyê berhev kirin. Em ê van hevokên we ji diyarbekirê re bêjin."