15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der heqê rûdanên li ser sînorê Sûriyê da wiha got, "Li vir em bi tu awayî nafikirin ku Tirkiyeyê bikin nava serpêhatiyekê. Lêbelê herî dawîn, Tirkiye mecbûr e ku di warê ewlekariya xwe ya neteweyî da hişyar be. Hewce ye ku li hemberî her cure gefan tevdîra xwe bistîne û amade bisekine."
Kurtulmuş di weşana zindî ya A Haberê da bersiva pirsên der barê rojevê de da û rojev nirxand.
Di weşanê da hat destnîşankirin ku bi lêdana mewziyên PYD/YPGyê va ji bo Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê ket qonaxeke nû û ji Kurtulmuş hat xwestin ku gelo der heqê geşedanên ji niha şûnde nirxandina wî çawa ye. Kurtulmuş jî diyar kir, rûdanên ku niha li Sûriyeyê rû didin, ne bi tenê têkildarê karûbarên xumalî yê vî welatî ye.
Kurtulmuş bal kişand ku geşedanên li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê dibe sedema gilûgijbûna krîza penaberan û wiha pê da çû, "Bi taybetî jî qewimînên nêzîkê sînorê Tirkiyeyê, divê wekî meseleyeke ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê bê fêmkirin."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir ku her qewimîneke li wê derê rasterast Tirkiyê û sînorên wê eleqedar dike û wiha dewam kir, "Rojekê DAEŞ gule berdide, rojekê bi destê PYDyê bal sînorê Tirkiyeyê êrîş pêk tê. Bi taybetî jî geşedanên li deverên ku di destê PYDyê da ne, hêz û qewetê dide komên terorê yên di hundirê Tirkiyeyê da. Em van hemû qewimînan nikarin wekî ku bi tenê li Sûriyeyê diqewimin û Tirkiyeyê eleqedar nake, bibînin. Em dixwazin ku bira bê zanîn, ev bûyerên ku li ber serê sînorê me diqewimin, ewlekariya me ya neteweyî eleqedar dike."
"Em bi tu awayî nafikirin ku Tirkiyeyê bikin nava serpêhatiyekê"
Bi Kurtulmuş dan bibîrxistin ku li ser xeta sînor fermandarên payebilind ên tirk lêkolînê dikin û herwisa ji Kurtulmuş pirsîn ku gelo ev ziyaret, sinyala operasyoneke leşkerî ye an na.
Kurtulmuş wiha xeberda:
"Tirkiye bi taybetî jî di warê operasyoneke bejayê ya li herêmê da hesas e. Hevkêşeya li Sûriyê pir gilûgij bû. Em bi tu awayî nafikirin ku Tirkiyeyê bikin nava serpêhatiyekê."
"YPG li herêmên ku bi dest dixe, paqijiya nijadî dike"
Kurtulmuş diyar kir ku li ser xeta Mare-Cerablûsê nifûsekî girse heye û wiha got, "Heger YPG vê herêmê hilde, dê Efrîn û Kobanêyê bike yek û dê bike korîdoreke têkûz. Em ji wê yekê aciz nînin ku li wê derê birayê me yê kurd dijîn. Lê tiştekî wiha heye: Li wê derê, li deverên ku YPG dike kontrola xwe, YPG paqijiya nijadî dike. Hewl dide ku ji wê derê unsûrên ku kurd nînin, derbixe."