04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
ANKARA
Ji bo ku li Cizîra navçeya Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva were rakirin û operasyon rawestin ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ra serlêdan hat kirin. AÎHM ji bo vê serlêdanê ji Tirkiyeyê agahî xwestin û Wezareta Edaletê jî agahiyên ku hat xwestin amade dike.
Ji parêzerên Baroya Diyarbekirê Muhammed Neşet Gîrasun û ji Baroya Batmanê parêzer Erkan Şenses li ser navê Omer Elçiyê ku li Cizîrê dijî raste rast serlêdan kir ku li navçeyê qedexeya derketina derva were rakirin û operasyon rawestin.
- Ji parêzerên Baroya Enqereyê Oya Aydinê jî li ser navê 6 kesên ku li Sûr û Cizîrê dijîn, serî li AÎHMê dan.
Di serlêdanan da ji bo ku qedexeya derketina derva ya ku Walîtiya Şirnexê di 14ê berfanbarê da îlan kir, were rakirin, operasyonên ewlehiyê werin sekinandin an jî li gor standartên navneteweyî werin kirin, tedbîrên berwext hatin xwestin.
AÎHM li ser serlêdanê sekinî û ji Hikûmeta Komara Tirkiyeyê agahî xwest. AÎHMê ji Midûriya Giştî ya Hiqûqa Navneteweyî û Têkiliyên Dereke ya Wezareta Edaletê ra nivîs şand û heta 8ê rêbendanê mide da Tirkiyeyê. Dadgehê ji parêzeran jî xwest ku heta 21ê rêbendanê serlêdana eslî bikin.
AÎHMê di nivîsê da 3 pirs jî ji Tirkiyeyê pirsî. Pirsên ku AÎHMê xwest Tirkiye bibersivîne wiha ne: "Gelo bingeha zagonî ya qedexeya derketina derva çi ye? Li herêma ku qedexeya derketina derva lê heye, gelo xizmeta tenduristî bi têra xwe tê kirin an na û pêdiviyên sereke yên mirovan tê peydakirin an na? Heke kesê ku serlêdan kir bixwaze mala xwe biterikîne, gelo tehliyeya wî bê pirsgirêk tê kirin an na?"
Wezareta Edaletê li ser nivîsa AÎHMê agahiyên ku ji Tirkiyeyê hat xwestin amade dike. Wezaret wê heta 8ê rêbendanê pirsên ku AÎHMê pirsî bibersivîne û bişîne.
- Dadgeha Makezagonê daxwazên tedbîrê red kiribûn
Îrfan Uysal, Evîn Çagli, Osman Kultur, Maşallah Ozdemir, Halîse Kulja, Nevroz Yilmaz, Abdulkerîm Pusat û Sedat Aydin, ku li Cizîrê dijîn, ji bo qedexeya derketina derva ya ku Walîtiya Şirnexê û Qaymeqamtiya Sûrê îlan kir, serî li Dadgeha Makezagonê da.
Dadgeha bilind serlêdan red kiribûn. Li ser vê parêzerên kesên ku xwestin serlêdanê bikin, mijar birin AÎHMê.
- Serlêdana Parêzer Oya Aydinê
Oya Aydinê li ser navê kesekî ku li Sûrê dijî û 5 kesên ku li Cizîrê dijîn serî li AÎHMê da. Aydinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kesê ku li Sûrê dijî mala xwe terikand, lê ji ber qedexeyê nikare vegere mala xwe, du jinên ku ji Cizîrê serlêdan kirin jî ducanî ne, yek jê felçbûyî, yek jê 80 salî ye û nexweşiya qelb û tansiyonê lê peyda bûye, yê din jî zarokekî 15 salî ye û astengdar e.
Aydinê got ku wan îdia kiriye ku pêdiviyên van ên sereke nayê peydakirin û xizmeta van a tenduristiyê nayê kirin. Aydinê got ku wan gotiye talûkeya van kesan heye ku werin kuştin.
Aydinê destnîşan kir ku ew di daxwaznameya serlêdanê da li gor raporên rêxistinên civaka sivîl tevgeriyan û ragihand ku AÎHMê serlêdan qebûl kir û ji Tirkiyeyê pirs pirsîn.
Parêzer Erkan Şenses jî got ku wan di serlêdana AÎHMê da îdia kir ku qedexeya derketina derva ya demdirêj mirov di mal da hebs kirye, ev jî miemeleyeke derînsanî ye, binpêkirina azadî û mafê ewlehiyê ye. Şensen got ku wan xwest ku mafên jiyana sivîlan were parastin û ji bo vê tevdîr werin hildan.