05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu der heqê xebatên destûra bingehîn da wiha got: "Di rojên ewil ên salê da di dewsa gotina hevokên bêhêvî da, nêta me ya rind heye û em wan jî wek bi nêta rind qebûl dikin. Sernavên mijarên bingehîn eşkere ne. Heke nêta baş hebe, çareserî hêsan e."
Muezzînoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Divê Tirkiye teqez di pergala serokatiyê da serkeftî be. Heke serkeftî bibe ev welat wê bi awayekî xurt vîzyona xwe ya 2023an pêk bîne."
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu axaftina xwe ya der barê xebatên destûra bingehîn da wiha berdewam kir: "Heke ev îradeya gel be û serdestî jî bê şert û merc ya gel be, divê li gor vê bê tevgerîn. Lê niha dibêjin 'heke hûn ê bibêjin serokatî, li ber me ra derbas nebin", dibêjin "em tu carê vê nîqaş nakin." Baş e, di nêrîneke ku guh dide gel da, çima guh nadin gel? Ez vê fêm nakim. Ji ber vê heke miletê vî welatî serokomarê xwe hildibijêre, em mecbûr in ku guh bidin vê."
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu xeberdana xwe wiha dewam kir: "Di dema rihmetiyê Ozal da dema Pergala Serokatiyê hat rojevê hin hêz û kes li hember derketin, îro jî heman tiştên wê demê tên gotin û nivîsandin."
Mehmet Muezzînoglu der barê bûyerên terorê da wiha xeberda: "Li nav Tirkiyeyê û li derveyî welêt yên ku naxwazin Tirkiye bihêz bibe hene. Ev hêz 150 sal e dibe belaya serê vî miletî. Hêzên ku naxwazin yekîtî û biratiya vî gelî çêbe û ev dewlet bi dînamîk, medeniyet û serboriya xwe ya xurt, bibe welatekî bihêz, hene."
Muezzînoglu xeberdana xwe wiha dewam kir: "Kî ji vî milletî ra xirabiyê bike, bixwaze yekîtî û bihevrabûna vî milletî xerab bike, ji vî milletî ra hevokên wek 'herêma xweser an jî rêvebiriya xweser an jî kanton'ê biaxive, piştgiriyê bide van, kî li paş vê bisekine, hêz û qudreta dewletê jî millet jî hikûmetê jî heye ku hedê van derê."
Muezzînoglu der barê Kongreya Civaka Demokratîk da wiha xeberda: "Tu bingeheke fermî ya Kongreya Civaka Demokratîk heye? Ez bi xwe vê zehf mereq dikim, gelo ev komele ye? Nizanim. Kongreya Civaka Demokratîk, ew ê kongreyê dike li gor kîjan statuyê kongreyê dike? Gelo weqf e, komele ye, partiyeke siyasî ye û li gor kîjan statuyê ye, em ê vê statuyê li gor çi qebûl bikin û li gor çi binirxînin? Ya rastî li hemberî me rêxistineke ferezî heye."
Wezîr Muezzînoglu di axaftina xwe da wiha got: "Hedîseya PKKyê, hedîseyeke ku li maf û hiqûqa welatiyên me yên nijadkurd digere û diparêze nîne. Derdê li vir, rawestandina meşa ber bi vîzyona 2023yan a vî miletî ye an jî hedîseyeke wisa ne ku hin kesan plan kiriye û hin jî dibin maşe ku rê li ber van xeyalan bigirin."
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu ji bo aşiya xwemalî wiha got: "Di 31ê tîrmeha 2015an de me peymana der barê aşiyê de îmze kir. Di dawiya 4 salan de wê li Tirkiyeyê hemû aşî bên çêkirin."
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi tiştekî tenê heye. Ez, Wezîrê Tenduristiyê me. Heger hûn bêjin, 'Wekî Wezîrê Tenduristiyê tu çi dixwazî?', ez demokrasiyeke rêkûpêk, îradeyeke milî ya rêkûpêk dixwazim. Ez wê têgihiştinê dixwazim ku doza parastina heq û hiqûqê milet dike. Heger ev hebe îstiqrar heye; îstiqrar jî hebe hêza Tirkiyeyê jî heye ku plana hedefên xwe bike."