Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Berbiçav e ku me gelek êş kişandin. Lê belê Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî serkeftî ji vê ezmûna dîrokî derbas bûn. Li ser navê mirovahiyê ji bo van mezlûm û mexdûran deriyê xwe vekirin."
Davutoglu Kampa Konan a Bersivayê ya ku Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) li Zaxoya navçeya Duhokê ava kir, ziyaret kir û wir axivî. Davutoglu di axaftina xwe de got "Ez berê her tiştê spasiya rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê, hevalên xwe yên wezîr û Ferhat Etrûşiyê Waliyê Duhokê yê ku wextekî xwendekarê min bû, yên ku pêşwaziya min kirin, dikim."
-Serdana ewil a ser Duhokê
Davutoglu got ku ez piştî ku bûm serokwezîr cara ewil e ku Duhokê ziyaret dikim û wiha axivî: "Ev ziyaret ji gelek aliyan ve ji bo me girîng e. Ev ziyaret yekem ziyareta min a berfireh a li ser Iraq û Bakurê Iraqê ye."
-"Min dît ku xwendekarê min li Duhokê bûye Walî, vê yekê jî ez kêfxweş kirim"
Davutgolu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez berê niha gelek caran hatibûm Hewlêr û Bexdayê, lê belê cara ewil e ku têm Duhokê û ez hemû birayên xwe yên duhokî ji dil silav dikim. Ji ber ku min piştî çendî salan xwendekarekî xwe wek waliyê Duhokê dît, ez gelekî kêfxweş im. Ew wê çaxê jî gelek zîrek bû lê walîtiya wî ez bêtir kêfxweş kirim."
Serokwezîr Davutoglu got "Di dîrokê de demên wisa hene ku welat û mirov ji ezmûnên mezin re derbas dibin" û diyar kir ku di van demên dawîn de bi taybetî ji ber Sûriye û tehdeya DÎŞIya rêxistina terorê li iraqê trajediyên mezin qewimîn û wiha axivî:
"Nêzî 2 milyonî birayên me yên penaber li Tirkiyeyê ne û bi qasî wan jî li Herêma Kurdistana Iraqê ne. Hemû birayên min ên kurd ji ber ku di heyama rejima Baasê de heman êş kişandibûn, ji van kesên ku êşên manend dikişînin re deriyên xwe vekirin. Me wê heyamê ji ber Helebçeyê mêvandariya 500 hezar birayên xwe yên kurd kiribû. Em niha jî xaçparêz, misilman, sunî, şiî û êzdî qet ferq nake dikin mêvan."
Davutgolu got ku "Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfî jî di nav me de ye" û wiha berdewam kir: "Piştî bûyerên dilsoj ên ku li Mûsilê qewimîn, peywireke dîrokî ye ku em mirovên ku hatin vir biparêzin. Em wek hikûmet û rayedarên me yên li Duhokê ji bo gelê Mûsilê çi ji destê me bê dê em bikin. Ez car din ji ber van helwestên wan ên mirovane spasiya Birêz Mesûd Barzanî, rayedarên Kurdistana Iraqê û gelê Duhokê dikim."
Davutoglu bi bîr xist ku dema bûyer qewimîn demildest dest bi xebatan kirin û ekîba AFADê peywirdar kirin û wiha axivî:
"Di çanda me de nasnameya kesê ku hat li ber deriyê me nayê pirsîn. Bêyî ku li rabirdû û mezheba wî binêrin arîkariyê dikin û çi hewce bike dikin. Berbiçav e ku me gelek êş kişandine. Lê belê Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî serkeftî ji vê ezmûnê derbas bûn. Li ser navê mirovahiyê deriyên xwe ji bo van mexdûr û mezlûman vekirin."
Davutoglu sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşa li ser avahiya Walitiya Hewlêrê de mirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez diyar dikim ku em piştevaniya hev dikin. Înşellah dê ev rojên dijwar derbas bibin. Lê belê çiqas dijwar be bila bibe em dê bi birayên xwe yên li Tirkiye, Iraq û yên li herêmê re mil bidin milê hev û li hember vê trajediya mirovahiyê çi hewce dike dê bikin."
-"Ez xwendekarê masterê ya Davutoglu bûm"
Ji aliyê din ve Waliyê Duhokê Ferhat Ertûşî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "Ez li Malezyayê xwendekarê masterê yê Serokwezîr Davutoglu bûm."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk û Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Seyît Qadir, Wezîrê Plankirinê yê HKIyê Elî Sîndî û Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfî, Parlementerê Eniya Tirkmenên li Iraqê Aydin Merûf, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, rayedarên Heyva Sor a Tirkan Û AFADê û rayedarên din bi Davutoglu re kamp ziyaret kirin.
Davutoglu û kesên bi wî re piştî ziyaretê bi firokeya aidê Hêzên Çekdar ên Tirkan re ji Iraqê derket.